Nêçîrvan Barzanî: Em ê ji bo rizgarkirin û diyarkirina çarenivîsa Êzidiyên revandî berdewam bin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi boneya cejna Çarşema Sersalê ya Êzidiyan di peyamekê de pîrozbahî li hemû Êzidiyan kir û ragihand, ji bo rizgarkirin û diyarkirina çarenivîsa Êzidiyên revandî, em ê berdewam bin.
19.04.2023, Çar - 06:42
Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê:
Cejna Sersala Êzdiyan li hemû xûşk û birayên Êzdî li Kurdistan, Iraq û li her dera cîhanê bin, bi germî û ji dil pîroz dikim, hêvîdar im cejn, sersal û bêhnvedaneka xweş û aram derbas bikin.
Silav û rêz ji bo malbat û kesûkarên qurbaniyên Êzdî yên destê terorê. Dilê me herdem li cem wan e û hemûyan piştrast dikin ku heta Êzdiyek wenda û revandî ma be, em dê li ser rizgarkirin û diyarkirina çarenivîsê wan berdewam bin.
Cejn li hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19.04.2023
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 505 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:13:22