Nêçîrvan Barzanî: Em hemû pêkhateyan piştrast dikin ku em dê hertim maf û azadiyan biparêzin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya cejna Qiyame ya Hezretê Mesîh, peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand, “Em xûşk û birayên xwe yên Xiristiyan û hemû pêkhateyan piştrast dikin ku em dê hertim vê çandê û maf û azadiyan biparêzin.”
09.04.2023, Paz - 20:05
Nêçîrvan Barzanî: Em hemû pêkhateyan piştrast dikin ku em dê hertim maf û azadiyan biparêzin
Nuçe Belav bike

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Cejna Qiyame ya Hezretê Mesih (Silavên Xwedê li ser bin) ji dil û bi germî li hemû xûşk û birayên mesîhî yên li Herêma Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Ji wan ra bênvedan û cejneke aram û bextewar û serkeftinê dixwazim.

Di vê cejna pîroz da, em tekezî li ser pêşxistina çanda ciwan a pêkvejiyanê û lêborînê di navbera hemû pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê da dikin ku sîmayekî girîng a nasnameya Kurdistanê û cihê şanaziya me ye. Em xûşk û birayên xwe yên Xiristiyan û hemû pêkhateyan piştrast dikin ku em dê hertim vê çandê û maf û azadiyan biparêzin.

Cejna Qiyame li hemûyan pîroz be û hemû salan bi xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

09.04.2023

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 719 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:43:28