Nêçîrvan Barzanî: Em rêzê ji xizmetên Kurdên li dîasporayê re digrin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Enstîtuya Lêkolînên Kurdî li Berlînê Dr. Feryad Fazil Omer kir û got “Ew xebat û xizmetkirina Kurdên derveyê welat, di her warekî da be, bilind dinirxîne û bi hurmet û rêzgirti li ked û xizmeta wan dinêre ku şûntiliyên wan xuya ye û cihê şanaziyê ye ji bo Kurdistanê.”
17.01.2023, Sal - 07:42
Nêçîrvan Barzanî: Em rêzê ji xizmetên Kurdên li dîasporayê re digrin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Enstîtuya Lêkolînên Kurdî li Berlînê Dr. Feryad Fazil Omer, ku di dawiya sala borî de xelata hêjayî ya Serokê Almanyayê wergirtibû kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê Nêçîrvan Baznanî pîrozbahî Dr. Feryad Fazil Omer û wiha dibêje “ew xebat û xizmetkirina Kurdên derveyê welat, di her warekî da be, bilind dinirxîne û bi hurmet û rêzgirti li ked û xizmeta wan dinêre ku şûntiliyên wan xuya ye û cihê şanaziyê ye ji bo Kurdistanê.”

Herwiha Barzanî ji ber xizmetên wî yên di warê akademîk, ziman, wêje û çanda Kurdî de serkeftinê Dr. Feryad Fazil Omer re xwest.

Li aliyê din Dr. Feryad Fazil Omer kêfxweşiya xwe ji bo pêşwazîkirin û hevdîtina digel Serok Nêçîrvan Barzanî nîşan da û tekez li ser berdewamiya kar û xizmetguzariya akademî û pêşxistina ziman û çanda Kurdî kir.

Dr. Feryad Fazil Omer kî ye?

Feryad Fazil Omer ku di sala 1950î de li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye, piştî qedandina zanîngeha Bexdayê di sala 1978an de li Berlînê bi cih bû.

Omerê ku di navbera salên 1978-1982an de li Enstîtuya Lêkolînên Îranê ya Zanîngeha Berlînê Freie xwendiye, di navbera salên 1982-2018an de li vê zanîngehê li ser ziman, wêje û dîroka kurdî ders daye.

Omer ku di nav tiştên din de li ser ziman, edebiyat, dîrok û siyaseta kurdî semîner û konferansan dide, li ser ziman û edebiyata kurdî pirtûk û ferheng nivîsand, wêjeya kurdî wergerand almanî, helbestên bi almanî û kurdî nivîsî.

Destana Ehmedê Xanî ya Mem û Zîn wergerandiye almanî û îngilîzî. Dîwana Abdullah Goran jî wergerandiye almanî.

Di nav berhemên herî girîng ên akademîsyenê kurd de Ferhenga Kurdî-Almanî (Soranî) ku yekem car di sala 1992-an de hatiye çapkirin û Ferhenga Almanî-Kurdî (Soranî) ku di sala 2016-an de hatiye çapkirin, ne. Ev ferheng ku ji nêzî 200 hezar peyvan pêk tê, di warê xwe de wekî berhema herî berfireh tê naskirin. Ev berhem gelek caran hatine çapkirin û berfirehkirin.

Feryad Fazil Omer ku di meha Sibata îsal de li zanîngeha Selahedîn a paytext Hewlêrê doktoraya fexrî wergirtibû, di heman demê de bû endamê fexrî yê Akademiya Zanistî ya Kurdî.

Akademîsyenê kurd ku ji bilî kurdî bi îraniya kevnar, avestayî, erebî, ermenî, îngilîzî û almanî dizane. Di heman demê de damezrîner û serokê Enstîtuya Lêkolînên Kurdî ya Berlînê ye.

Wêjevan û zimanzanê kurd Feryad Fazil Omer di 21ê Kanûna 2022an de bi Xelata Meriyetê ya Almanyaya Federal hat xelatkirin.

Omer ku di heman demê de mamosteyê Kurd ê Zanîngeha Berlînê Freie ye, madalyaya xwe ji destê Wezîra Xwendina Bilind a Berlînê Ulrike Gote ve wergirt.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 287 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:26:07