Nêçîrvan Barzanî: Em tekezî li piştgiriya xwe bo azadiya rojnamevanî dikin

Di 124'emin salvegera rojnamevaniya Kurdî de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser piştgiriya xwe bo demokrasî, azadiya rojnamevanî û derbirînê, mafên mirov û serweriya yasayê dike û wek stûn û bingehên sereke yên her civakek azad û pêşkeftî bi nav dike.
22.04.2022, Cum - 13:16
Nêçîrvan Barzanî: Em tekezî li piştgiriya xwe bo azadiya rojnamevanî dikin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê di destpêka peyama xwe de dibêje, Roja rojnamegeriya Kurdî û bîranîna 124 saliya derketina yekem hejmara rojnameya Kurdistan li ser destê Mîr Mîqdad Midhet Bedirxan, her wisa 24 saliya damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, li hemû rojnamevanên Kurd û Kurdistanî bi giştî pîroz dikim. Ji bo hemûyan serkeftinê dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî rojnamevanên Kurdistanê bi bîr tîne û dibêje, Di vê bîranîna bi rêz û bi rûmet da, em tevahiya wan rojnamevanên Kurdistanê bi bîr tînin ku di hemû qonaxan de xizmeta karwanê rojnamevaniya Kurdistanê kirine û di serdema şoreşê û piştî azadiyê de jî, bi şarezayî û pîşeyî erka xwe bi cîh anîne ku hinek ji wanan jî di vê rê da jiyana xwe ji dest da.

“Bi vê helkeftinê em, careke din tekeziyê li ser helwesta xwe ya di warê; piştevanîkirina demokrasiyê, azadiyan, azadiya rojnamegerî û raderbirînê, mafên mirovî û serweriya yasayê dikîn ku hemû stûn û bingehên sereke yên her civakek azad û pêşkeftî ne. Gelê Kurdistanê ji bona van prensîpan xebat û tekoşîn kiriye û xwîn û can jê re qurbanî kiriye, ji ber hindê çu caran dest ji wan prensîpan bernade. Em jî, wek hertim bi hemû îmkanên xwe dê wan biparêzin.”

Di beşeke din a peyama xwe de Her bi vê helkeftê, Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Em dakokiyê li giringîya rojnamegeriyê û erkê rojnamevanan dikîn ku hertim pisporî û pîşeyîbûnê li ber çavan bigrin, erkê xwe bi berpirsiyarane û bi dirustî bi cîh bikin, bi wijdan rastiya heye bigehînin, berjewendiyên bala yên welat li ser hemû tiştek din deynin, ji bona rastkirina şaşiyan û baştirkirina tecrûbeya Herêma Kurdistanê bi rexneyên avaker, bi têbînî û dîtinên xwe hevkar û alîkariya saziyên niştimanî bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 444 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:52:01