Nêçîrvan Barzanî: Em tekeziyê li ser cîbicîkirina federalîzmê dikin

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê bi boneya 74emîn salvegera damezrandina PDKê peyamek belav kir.
16.08.2020, Paz - 11:12
Nêçîrvan Barzanî: Em tekeziyê li ser cîbicîkirina federalîzmê dikin
Nuçe Belav bike

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya bi boneya salvegera wê de amaje bi rola PDKê kir di çareserkirina pirsgirêkên li gel hikûmeta Iraqê û tekezî li ser bingeha destûrê, parastina maf û şayîsteyên destûrî yên Herêma Kurdistanê û bicîkirina federalîzmê kir.

Îro, 16.08.2020, salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye û temenê wê partiyê dibe 74 sal.

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê bi boneya 74emîn salvegera damezrandina PDKê peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de, “şehîdên nemir ku canê xwe bo azadiya Kurdistanê feda kirine” bibîr anîn û pîrozbahî li Serok Mesûd Barzanî, polîtburo, serkirde, kadro, endam û alîgirên PDKê kir.

Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Em rêber û damezrênerê partiyê, Barzaniyê nemir û hemû serkirdeyên xebatkar bibîr tînin ku wek zarûreteke dîrokî partiya xwe damezrandin û heta dawî nefesa xwe li ser xebat û pêşmergeyatiyê berdewam bûn û rêbaz û rêbaz û dibistaneke xebatê bo Kurdistanê hiştine.”

Cîgirê Serokê PDKê diyar dike, “Partî ji bo mafên rewa yên gelê Kurdistanê hatiye damezrandin û xebat bo demokrasî, azadî û rêkxistina sîstema siyasî kiriye ku Kurdistan serfiraz be” û dibêje jî “Erkê PDK û kadroyên wê ye bi rêya hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bikin bo başkirina jiyana Kurdistaniyan, derbaskirina pirsgirêk û kirîzan, destpêşxerî û pêşengê yekrêzî û tebayiyê bin bo parastina destkeftan.”

Di peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî tekez dike, “Kadro, endam û alîgirên Partiyê tevî Kurdistaniyan xwe li ber gelek zehmetî û bargiraniyan girtine û berdewam dirêjî bi karwanê xebat û tekoşînê dane.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de behsa çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê dike û dibêje, “Em tekezê li ser rola giring a PDKê di çareserkirina pirsgirêkan ligel hikûmeta federalî ya Iraqê dikin li ser bingeha destûrê û parastina maf û şayîsteyên destûrî yên Herêma Kurdistanê û bicîkirina federalîzmê.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike, “Em tekezê li ser giringî û pêdiviya karkirina li ser bingehê lihevkirin, hevbeşî û hevsengiyê dikin di navbera hemû pêkhateyên Iraqê de bo bidestxistina aramiya siyasî û pêşketina welat.”

Di dawiya peyama xwe de jî Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê kir, “Ev bîranîn di demekê de ye ku cîhan, navçe, Iraq bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî di rewşeke zehmet û hestiyar re derbas dibin” û dibêje, “Di vê bîranînê de ez sipasiya wan dikim, rêz û silav bo xweragiriya we, ez piştrast im ku bi xweragirî û tekoşînê ev qonaxa zehmet jî derbas dibe û em ê bi hêviyan ber bi paşerojeke geş pêngavan biavêjin.”


Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 661 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:45:25