Nêçîrvan Barzanî: Emê berdewam bin ji bo karesatên gelê Kurdistanê weke jenosîd bên naskirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek di salvegera jenosîda Barzaniyan belav kir.
31.07.2024, Çar - 10:25
Nêçîrvan Barzanî: Emê berdewam bin ji bo karesatên gelê Kurdistanê weke jenosîd bên naskirin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek di salvegera jenosîda Barzaniyan belav kir û tê de ragihand, “Em dupat dikin ku kar û xebatên me yên ji bo naskirina Enfala Barzaniyan û karesatên din yên gelê Kurdistanê wek jenosîd dê li ser asta navdewletî berdewam bin.”

Peyama Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Îro di 41-emîn salvegera Enfalkirina Barzaniyan da em 8 hezar mêr, kalemêr û ciwanên Barzanî bi rêz û hurmet bi bîr tînin ku,  ji 31ê tîrmehê heta nîvê tebaxê sala 1983ê di operasyoneke hovane da, ji kampên neçarî li Hewlêrê, ji aliyê rejîma Iraqê ya hîngê ve winda û komkujîkirin. Silav li giyanê wan be, em bejna xwe li hember wan ditewînin, silav ji kesûkar û malbatên wan ra.

Enfala Barzaniyan jî, wek hemû tawanên din yên dîrokê, ji bo şikandina îradeya gelê azadîxwazê Kurdistanê bû, lê bû lekeyek reş bi eniya encamderan ve, tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê germtir û bi hêztir bû û bi cesarettir rûbirûyê zulm û dîktatoriyê bû.

Dayikên dilovan yên Barzanî û bi giştî Barzaniyan hemû êş û azar û encamên xirab yên Enfalê tehemûl kirin û li ser lingan rawestiyan. Wan karî  zarokên xwe yên belengaz bi serbilindî perwerde û mezin bikin û nifşekî dilsoz û jêhatî perwerde bikin. Ez wan hemû dayik, jin û xwişkên birûmet yên ku di hemû êş û rewşên dijwar da dest jê bernedan silav dikim û destê wan maçî dikim.

Spas ji bo hemû kesên ku di wê dema dijwar da alîkariya lêqewimiyên Barzanî kirin. Xizmet û dilsoziya wan tu carî nayê ji bîr kirin. Bi vê minasebetê em dupat dikin ku kar û xebatên me yên ji bo naskirina Enfala Barzaniyan û karesatên din yên gelê Kurdistanê wek jenosîd dê li ser asta navdewletî berdewam bin. Em tekezî li ser yekrêziya  aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê û tezmînata malbatên qurbaniyên Enfalkiriyan dikin.

Silav ji bo bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

 

Vî nûçeyê tevayî: 329 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:35:08