Nêçîrvan Barzanî hevxemiya xwe ligel qurbaniyên erdhejê nîşan dide

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdheja Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê re xwast.
06.02.2023, Pts - 07:24
Nêçîrvan Barzanî hevxemiya xwe ligel qurbaniyên erdhejê nîşan dide
Nuçe Belav bike

Îro 6’ê Sibatê danê sibê li 10 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdhejek bi tundiya 7.8 pile li pîvera Richterê pêk hat ku navenda wê li navçeya Pazarcik a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bû.

Erdhej li Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Sûriye, Misir, Lubnan û Iraqê jî hat hîskirin.

Li gorî amarên Serokatiya Rewşa Bilez û Karesatê ya Tirkiyê (AFAD), heta demjimêra 06:30, li 7 bajaran, mirina 76 kesan hatiye tesbîtkirin. Her wiha 440 kes jî birîndar bûne.

Li ser vê karesatê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîvan Barzanî peyameke sersaxiyê li hejmara xwe ya taybet li tora civakî “Twîtter” belav kir û hevxemiya xwe ligel malbatên qurbaniyan nîşan da.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got: “Fikr û duayên min ji wan kesên ku ji ber erdheja serê sibê li herêma me qewimiye, mexdûr bûne re ye. Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên qurbaniyan re dixwazim, ji birîndaran re jî başbûnê dixwazim.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 344 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:55:47