Nêçîrvan Barzanî: Hikûmeta Iraqê divê rê nede êrişên mûşekî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser mûşekên ku li sînorê navçeya Xebat a Hewlêrê ketine xwarê got, “Hikûmeta Federal a Iraqê berpirsiyar e bi lez û ciddîtir li dijî van dijminkariyan raweste û bi hevahengî bi aliyên peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê li ber van dubarebûnan bigire.”
02.05.2022, Pts - 10:54
Nêçîrvan Barzanî: Hikûmeta Iraqê divê rê nede êrişên mûşekî
Nuçe Belav bike

Duh 1ê Gulana 2022an bi şev 6 mûşek li sînorê navçeya Xebat a Hewlêrê ketin xwarê.

Nêçîrvan Barzanî li ser mûşekên hatin avêtine Xebatê daxûyaniyek belav kir û diyar kir ku êrîşa mûşekan bi tundî şermezar dike û daxwaz ji aliyên peywendîdar yê Hikûmeta Iraqê dike ku encamderên êrîşê bibîne û ceza bike.

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a daxûyaniya xwe de got, "Şermezarkirina van êrîşan têrê nake, dubarebûna van êrîşan gefên cidî ne li ser ewlekarî û aramiyê."

Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku mûşekan zerareke madî û canî negihandiye û ji nahyeya Bertileya Hemdaniye ya parêzgeha Neynewayê hatine avêtin.

Piştî êrîşa bi mûşekan, medyaya ewlekariya Iraqê ragihand ku wan platformeke mûşekan û 4 mûşek, li nêzî gundê Fazliye ya li sînorê Başîk a parêzgeha Neynewayê bi dest xistine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 687 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:48:14