Nêçîrvan Barzanî: Karesata li Hemdaniyê rû daye ya me ye û em bi dil û can li gel wan in

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana birîndarên bûyera şewata Hemdaniyê li Nexweşxaneya Lezgîn a Hewlêrê kir û ragihand, “Bûyera Hemdaniyê karesateke mirovî ya mezin bû, em hatine destxweşiyê li Wezareta Tendirustiyê yaHerêma Kurdistanê û Parêzgarê Hewlêrê bikin ku di destpêkê û demjimêra yekem a karesatê de ambûlans şandin.”
28.09.2023, Per - 06:02
Nêçîrvan Barzanî: Karesata li Hemdaniyê rû daye ya me ye û em bi dil û can li gel wan in
Nuçe Belav bike

Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Ez spasiya xebatkarên tenduristiyê dikim, ji ber çavdêriya wan ji nexweşan re. Tiştê ku min bi çavên xwe dîtiye, cihê şanaziyê ye ji bo hemû gelê Herêma Kurdistanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Ev felaketeke mezin a mirovî ye. Divê em hemû li cem van xwişk û birayên xwe bin. Xwedê sebrê bide wan.”

Herwiha got: “Ez îro bi Serokwezîrê Iraqê re axivîm. Ew ji ber vê bûyerê gelekî nîgeran e, wî yekser Wezîrê Navxwe şand Mûsilê û Wezîrê Tendirustiyê jî şand Herêma Kurdistanê. Min ji wî daxwaz kir ku di vê mijarê de lêkolîneke cidî bike û mexdûran qerebû bike.”

Nêçîrvan Barzanî got jî: “Her çi pêwîst be em ê bikin û em ê di xizmeta we de bin, ew ezîzên me ne, karesata ku bi ser wan de hatiye, ya me û Herêma Kurdistanê ye.”

Şeva borî di şewata hola şahiyan ya li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Neynewayê de, zêdeyî 100 kesî canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîmên agirkuj û bijîjkî raspardin ku alîkariya birîndaran bikin û heta niha hejmarek birîndar bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatine veguhestin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 378 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:37:21