Nêçîrvan Barzanî li ser Lûtkeya Komkara Erebî daxuyanî da
Nêçîrvan Barzanî derbarê Lûtkeya Komkara Erebî ya Bexdayê got, "Ev lûtke dê bibe qonaxeke dîplomatîk a dîrokî ji bo vegerandina rola sereke ya Îraqê li Rojhilata Navîn."
15.05.2025, Per - 10:07
Lutkeya Komkara Welatên Erebî 17ê Gulanê li Bexdaya paytexta Îraqê tê lidarxistin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê lidarxistina Lûtkeya Komkara Erebî ya Bexdayê peyamek belav kir û pêşwaziya lûtkeyê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de wiha got:
"Em piştgiriya xwe ya temam ji bo hewlên birêz Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, ji bo xurtkirina hevkariya hevbeş a Erebî, avakirina hevbeşî, berjewendiyên hevpar û birêvebirina rêya kêmkirina aloziyan û yekîtiya herêmî ji dilê paytext Bexdayê dubare dikin."
Vî nûçeyê tevayî: 95 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:27:48