Nêçîrvan Barzanî ligel konsulên Rûsya û Kuweytê geşedanên siyasî gotûbêj kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji hev cuda ligel Konsulên Giştî yên Rûsya û Kuweytê civiya, bi mebesta xatirxwestin û bidawîbûna erkên wan.
29.07.2022, Cum - 06:45
Nêçîrvan Barzanî ligel konsulên Rûsya û Kuweytê geşedanên siyasî gotûbêj kir
Nuçe Belav bike

Serokatiya Herêma Kurdistanê roja pêncşemê 28ê Tîrmeha 2022yan bi daxuyaniyekê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Rûsyaya Federal Oleg Livîn û Konsulê Giştî yê Kuweytê yê li Herêma Kurdistanê Umer El Kenderî kir, ku bi mebesta bidawîbûna erkê wan ê li Herêma Kurdistanê û ji bo xatirxwestinê serdana Serokê Herêma Kurdistanê kiribûn.

Nêçîrvan Barzanî spasiya herdu konsulan kir, ku rola wan di bihêzkirina pêwendiyên welatên wan ligel Herêma Kurdistanê de hebû.

Herwiha destnîşan kiriye ku Herêma Kurdistanê û Iraq xwazyarên pêşvebirina pêwendiyan in ligel Rûsyaya Federal û Kuweytê.

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li pêşvebirina pêwendiyên dêrîn ên Herêma Kurdistanê bi Rûsya û Kuweytê re kiriye û hevkariyên welatên wan ên di warên cuda de bo Herêma Kurdistanê, bilind nirxand.

Herdu Konsulên Giştî yên Rûsya û Kuweytê spasiya alîkarî û piştgiriya Serokê Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di kar û çalakiyên wan de kirin, herwiha kurteyek li ser kar û çalakiyên xwe yên dema xebata xwe ya li Herêma Kurdistanê pêşkêş kirine.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ligel herdu Konsulên Giştî yên Rûsya û Kuweytê, geşedanên siyasî û ewlehî yên Iraq û navçe û cîhanê gotûbêj kirine, ji bilî gotûbêja li ser çend mijarên cihê girîngiya hevbeş.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 459 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:09:35