Nêçîrvan Barzanî: Mamosta û zanayên olî bi roleke çalak di pêşxistina giyanê tebayî û pêkvejiyanê de radibin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 53 saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê peyamek arasteyî Serok, Buroya Cîbicîkar û endamên yekîtiyê kir û ragihand, “Mamoste û zanayên olî roleke çalak di pêşxistina giyanê hevgirtin û pêkvejiyana aştiyane de digirin.”
21.09.2023, Per - 07:56
Nêçîrvan Barzanî: Mamosta û zanayên olî bi roleke çalak di pêşxistina giyanê tebayî û pêkvejiyanê de radibin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi boneya 53 saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê bi germî pîrozbahiyê li Serok û Buroya Cibicîkar û hemû endamên Yekîtiyê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Rol û têkoşîna mamosta û zanayên olî û Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê di dema şoreş û têkoşîna li dijî stemkariyê de, herwiha amadehiya wan û bandora wan di roja îroyîn a azadî û civaka Kurdistanê de û hewlên wan ji bo parastina mafên zanayên olî de, bilind dinirxînin.”

Herwiha got: “Mamosta û zanayên olî bi roleke çalak di pêşxistina giyanê tebayî, lêborîn û pêkvejiyana aştiyane, rûbirûbûna gotinên nefret, teror û tundrewiyê û parastina nirxên biha yên civaka Kurdistanê de radibin. Ji ber wê jî weke her car em destxweşî û piştevaniya wan dikin û tekeziyê li ser parastina mafên wan û baştirkirina jiyana wan dikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 618 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:26:22