Nêçîrvan Barzanî: Mamoste hîmê bipêşketina civakê ne

Nêçîrvan Barzanî got, “Mamoste hîmê bipêşketina civakê ne. Mamoste hêjayî jiyan, qedirekî bilind, aramî û asûdeyiyê ne.”
15.05.2024, Çar - 16:55
Nêçîrvan Barzanî: Mamoste hîmê bipêşketina civakê ne
Nuçe Belav bike

Îro salvegera 62yan a avakirina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi wesîleya vê salvegerê hemû mamosteyên Kurdistanê û Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê pîroz kirin.

“Mamoste hîmê bipêşketina civakê ne”

Nêçîrvan Barzanî ji hemû mamosteyan re hêviya bipêşketin û serkeftinê xwest û got:

“Ez rêzgirtina li hewl û keda mamosteyan a ji bo gihandina nifşên nû û peyamên wan ên pîroz wekî erkê xwe dibînim.

Mamoste di qonaxên herî girîng de hîmê bipêşketina civakê ne.

Ez piştgiriyê didim hemû maf û dawazên mamosteyan û ew hêjayî jiyan, qedirekî bilind, aramî û asûdeyiyê ne.”

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de rola mamosteyan a ji bo şoreşa azadiyê bi bîr xist.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ked û rola mamosteyan a di şoreşa azadiyê de qet û qet nayê jibîrkirin û pê de çû:

“Em di vê salvegerê wan hemû mamosteyên ezîz bi bîr tînin ku ji bo azadiya gelê xwe ked daye.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 464 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:30:10