Nêçîrvan Barzanî, Mesûd Pizîşkiyan pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî ji ber serkeftina wî ya di hilbijartinan de Mesûd Pizîşkiyan pîroz kir.
06.07.2024, Cts - 14:51
Nêçîrvan Barzanî, Mesûd Pizîşkiyan pîroz kir
Nuçe Belav bike

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber serkeftina wî ya di hilbijartinan de Mesûd Pizîşkiyan pîroz kir.

Xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê doh ji bo hilbijartina serokkomarê serdema 14an çû ser sindoqan.

Namzedê reformxwaz Mesûd Pizîşkiyan ji sedî 53,7ê dengan wergirtin û bû serokkomarê Îranê.

“Ez Birêz Pizîşkiyan li ser navê xwe û gelê Kurdistanê pîroz dikim”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Xê Mesûd Pizîşkiyan pîroz kir û got:

“Ez Birêz Mesûd Pizîşkiyan li ser navê xwe û gelê Kurdistanê pîroz dikim û jê re hêviya serkeftinê dikim.”

“Çavê me li bipêşxistina pêwendiyan e”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî amaje bi pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Îranê re kir û got:

“Çavê me lê ye ku em pêwendiyên kevn û dostane li ser bingeha berjewendiyên hevpar û cîrantiya baş bi pêş bixin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 268 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:30:19