Nêçîrvan Barzanî: Metran Reban parêzvanê Kurdistan, pêkvejiyan û biratiyê bû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya Metran Reban El Qes peyamek belav kir û tê de sersaxiyê li malbat û kesûkar û hevalên wî û civata Mesîhî bi giştî dike.
29.08.2023, Sal - 07:16
Nêçîrvan Barzanî: Metran Reban parêzvanê Kurdistan, pêkvejiyan û biratiyê bû
Nuçe Belav bike

Roja Duşemê 28ê Tebaxa 2023an, kesayetê diyar ê Krîstiyanan û metranê berê yê Dêra Kildanî yê li Duhokê Metran Reban El Qes, di temenê xwe yê 74 salî de li Nexweşxaneya Azadî ya Duhokê koça dawî kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyameke sersaxiyê diyar kir: “Bi mixabiniyê ve min nûçeya koça dawî ya kesayetiyê navdarê mesîhî û dilsozê Kurdistanê xwedê jêrazî Metran (Reban Hesqîal Reban) bihîst. Ez sersaxiyê ji malbat, xizm, dost û hevalên wî û bi giştî ji civaka Mesîhî ra dixwazim, hevsoz û hevxemê wan im.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Xwedê jêrazî kesayetiyekî bi navûdengê olî û civakî bû ku, xizmetek ber bi çav ji bo warê olî, perwerdeyî û kulturî de kir û li hemû navendên Kurdistan, Iraq û cîhanê ji dil û can parêzvanê Kurdistanê, pêkvejiyan, biratî û lêborînê bû. Xwedayê mezin ruhê wî bi mîhrebanî û dilovaniya xwe şad bike û bîranîna wî hertim bi xêr be.”

Metran Reban El Qes di sala 1949an de li gundê Kanê yê ser bi qezaya Amêdiyê jidayîk bûye û nêzîkî 50 sal keşe bûye û ji sala 2002an ve bûye metran.

Biryar e sibe roja Sêşemê 29ê Tebaxa 2023an, di merasîmeke taybetde li gundê Kanê were veşartin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 370 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:39:12