Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li daxwazeke Netewên Yekbûyî kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de li ser Twitterê spasiya Encûmena Asayişa Navdewletî dike ku biryara dirêjkirina erkê UNAMI li Iraqê daye.
27.05.2022, Cum - 14:59
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li daxwazeke Netewên Yekbûyî kir
Nuçe Belav bike

Nêçîrvan Barzanî îro Înê 27ê Gulanê di twîttekê de ragihand, “ez pêşwazî li daxwaza Encûmena Asayişa Navdewletî ya ji Bexda û Hewlêrê dikim bo encamdana diyalogeke berdewam û birêxistinkirî ji bo çareserkirine tevaya proseyên sereke, ew jî li gor destûra Iraqê.”

Encûmena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekbûyî duh biryar da erkê nûnertiya NY ya li Iraqê UNAMI bo saleke din dirêj bike. Encûmenê herwiha di daxuyaniyekê de daxwaz ji Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî li Iraqê, Jeanin Plaskhaert jî kir ku di çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de alîkar be.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beriya çend heftiyan nameyek arasteyê Netewên Yekbûyî kiribû û têde daxwaz kiribû, di çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de roleke bibandortir bilîze. Nêçîrvan Barzanî îro di twîttekê de pêşwazî li daxwaza Encûmena Asayişa Navdewletî ya encamdana diyaloga berdewam û rêkxistî di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.

Encûmena Asayişa Navdewletî di daxuyaniya xwe de ragihandiye, “Encûmena Asayişê tekezî li serxwebûn, serwerî, yekgirtî û yekîtiya Iraqê dike, herwiha tekezî li giringiya seqamgîrî, xweşguzeranî, ewlehiya bo Iraqê, xelkê Iraqê û navçeyê û civaka navdewletî dike, bi taybet bi liberçavgirtina serkeftina Iraqê bi ser rêxistina DAIŞê de. Encûmena Asayişa Navdewletî civaka navdewletî han dide piştevaniyên xwe bo Iraqê yên di vî warî de zêde bikin.”

Di beşeke din a daxuyaniya Encûmena Asayişê de tê gotin, “Encûmena Asayişa Navdewletî piştgiriya Iraqê dike di dîtina çareseriyê bo wan astengiyên rastî wê tên, ew jî di demekê de ku hewlên vegerandina seqamgîrî, avendakirin û aştbûnê berdewam in, herwiha di demekê de ku hikûmeta Iraqê hewlên xwe xistine tevgerê ji bo dabînkirina pêwîstiyan bo teva xelkê, ji wan jî bo jinan, gencan, zarokan, kesên aware û endamên pêkhateyên olî û etnîkî.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 625 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:39:26