Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê civiya û beha rûbirûbûna teror û metirsiyên DAIŞê û proseya çaksaziyê ya li Wezareta Pêşmerge kir.
21.09.2023, Per - 13:30
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kir
Nuçe Belav bike

Îro Pêncşemê 21ê Îlona 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê û şanda pê re kir.

Di civînê de pêşhateyên herî dawî yên rûbirûbûna teror û metirsiyên DAIŞê li Iraq û Sûriyê, proseya çaksaziyê ya li Wezareta Pêşmerge û pêngavên herî dawî yên yekxistina hêzên Pêşmerge û giriftên li ber wê, hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku him li Iraq û him li Sûriyê, divê hemû alî hevkar bin ji bo rêgirtina li serîhildana DAIŞê ku hîn jî gefeke rasteqîn e li ser asayîş û seqamgîriya navçeyê.

Li ser vê mijarê hevnêrîn bûne ku divê ewên ji destê DAIŞê têne rizgarkirin, an kampan bi cih dihêlin, ji bo vegera wan a nav civakê şiyandin ji wan re were kirin, herwiha ronahî xistin ser çawaniya rêgirtina li tundrewiyê.

Di beşeke din a civînê de her du aliyan amaje bi wê yekê kirin ku di proseya çaksazî û yekxistina Pêşmerge de tevî hinek pêşketinan, kêşeyên cidî li ber proseyê hene û divê werin çareserkirin, li ser vê mijarê Nêçîrvan Barzanî pabendiya Herêma Kurdistanê bi berdewamiya karkirina ji bo serxistina proseyê û yekxistina Pêşmerge, dûpat kiriye.

Rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din, mijarên din ên civînê bûn ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê jî amade bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 615 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:58:57