Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê nû yê Brîtanyayê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê re civiya û hevî xwastin ku hilbijartineke serkeftî bê kirin.
20.08.2024, Sal - 17:35
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê nû yê Brîtanyayê kir
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 20ê Tebaxê pêşwazî konsulê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê Andrew Beasley kir, pîrozbahî li destbikarbûna wî kir û hêviya serketinê jê re xwast û hemû piştî ji bo serxistina erkê wî nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Beasley kêfxweşiya xwe ji bo destnîşankirina wî weke Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê nîşan da û piştgirî û daxwaza Brîtanyayê ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hevkariyên hevbeş li gel Herêma Kurdistanê di hemû waran de tekez kir.

Di mijareke din a hevdîtinê de, her du aliyan proseya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê giring binav kirin û hêvî xwastin ku proseya dengdanê bi serkeftî birêve biçe. Herwiha guftûgo derbarê peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û pêşhatên dawî yên li herêmê de kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 185 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:54:58