Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Dr. Letîf Reşîd kir

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartina wek Serokomarê Iraqê pîrozbahî li Letîf Reşîd kir û hêvî kir ku hemû alî hevkar bin ji bo pêşerojeke baştir.
14.10.2022, Cum - 07:19
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Dr. Letîf Reşîd kir
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro roja pêncşemê ji bo hilbijartina Letîf Reşîd wek Serokkomarê Iraqê pîrozbahî li wî kir.

Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku hemû alî bi hev re ji bo pêşerojeke baştir û pêkanîna hikûmeteke ku bersiva daxwazên welatiyan û pirsgirêkên vê serdemê, kar bikin.

Hilbijartinên serokkomariya Iraqê roja Pêncşemê 13ê Cotmeha 2022an hat kirin û di encamê de Letîf Reşîd bi 162 dengan wek Serokkomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin, berbijêrê YNKê Berhem Salih jî 99 deng bi dest xistin, 8 deng jî nehatine qebûlkirin.

Di gera yekem de 282 parlamenter beşdarî rûniştina parlamentoyê bibûn û Letîf Reşîd 157 û Berhem Salih jî 99 deng bi dest xistibûn.

Ebdulletîf Cemal Reşîd di 10ê Tebaxa 1944an de li bajarê Silêmaniyê li Iraqê ji dayîk bûye.

Ew doktoraya Endezyariya Avahiyê ji Brîtanyayê wergirtiye û bi kurdî, erebî û îngilîzî dizane.

Di navbera salên 2003 û 2010an de Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê bû û piştre jî şêwirmendê Serokomariya Iraqê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 386 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:15:39