Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Liz Truss kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hilbijartina Liz Truss wek Serokwezîra Brîtanya û Seroka Partiya Parêzgaran a Brîtanyayê pîrozbahî li Liz Trussê kir.
06.09.2022, Sal - 06:57
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Liz Truss kir
Nuçe Belav bike

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez pîrozbahî li Liz Trussê dikim ji ber hilbijartina wê wek Seroka Partiya Parêzgaran û serokwezîr.”

Herwiha Nêçîrvan Bazanî nivîsandiye: "Ez ji wê re serkeftinê dixwazim di peywira wê de û hêvî dikim ku bi wê re bixebitim da ku têkiliyên me yên bihêz û nirxên hevpar bêtir pêşve bibin.”

Roja duşemê 5ê Îlona 2022yan, Liz Truss di rikeberiya li hember Rishi Sunak a ji bo serokatiya Partiya Parêzgaran de bi ser ket û bû Seroka Partiya Parêzgaran û Serokwezîra nû ya Brîtanyayê.

Liz Truss di dengdana Partiya Parêzgaran de ku ji bo Serokwezîriya Brîtanyayê hat encamdan, nêzîkî jı sedî 57.4 deng bi dest xistin.

Truss piştî ragihandina serkeftina wê, gotarek pêşkêş kir û di axaftina xwe de spasiya Boris Johnson kir ku pêvajoya Brexitê û belavkirina vaksîna Covid-19ê bi awayekî serkeftî birêve biriye û herwiha ji bo berxwedana wî ya li hember Serokê Rûsyayê Vladimir Putin spasiya xwe pêşkêş kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 410 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:22:17