Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dike

Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya 49emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pîrozbahî li Serokê YNKê û Polîtburoya wê partiyê kir.
01.06.2024, Cts - 16:28
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 49emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyameke pîrozbayî belav kir û tê de ragihand, “Bi germî pîrozbahiyê li Bafel Talebanî, Polîtboruya Siyasî, Serkirdayetî, Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên YNKê û hemû endam, alîgir û cemawerê YNKê dikim, hêviya berdewamiya serkeftinê û pêşketinê ji bo wan dixwazim.”

Di peyamê de hat: “Di vê boneyê de, em damezrînerê YNK’ê, Serok xwedêjêrazî Mam Celal û hemû têkoşerên ku di nava refên YNK’ê de ji bo azadiya Kurdistanê xebat kirin, bibîr tînin. Em dîroka xebat û têkoşîna YNK’ê bilind dinirxînin.”

Nêçîrvan Barzanî tekezî li amadehî û rola giring a YNKê di proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de kir û got: “Em hêvîdar in ku ev salveger bibe handana têgihiştin, tebayî, hevgirtin û yekrêziya navbera aliyên siyasî ji bo parastina qewareya federalî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 658 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:04:20