Nêçîrvan Barzanî: Pirsgirêkên li Iraqê tenê bi diyalogê tên çareserkirin

Konsulê nû yê Amerîkayê Irvin Hicks di vê hevdîtinê de tekezî li ser xwesta welatê xwe ya ji bo pêşxistina ‏peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê kir.
24.08.2022, Çar - 15:01
Nêçîrvan Barzanî: Pirsgirêkên li Iraqê tenê bi diyalogê tên çareserkirin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê Irvin Hicks kir û ragihand, çareseriya rewşa Iraqê tenê bi diyalog û hevtêgihîştinê li ser bingeha destûrê tê kirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di civînê de piştgîriya temam a Herêma Kurdistanê bo konsulê nû yê Amerîkayê ji bo serkeftina wî di erka nû de nîşan da.‏

Konsulê nû yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê roja 18ê Tebaxê dest bi karê xwe kir, piştî ku Robert Palladino konsulê berê dawî li erka xwe anî.

Konsulê nû yê Amerîkayê Irvin Hicks di vê hevdîtinê de tekezî li ser xwesta welatê xwe ya ji bo pêşxistina ‏peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî û Irvin Hicks herwiha di vê hevdîtinê de pêşhatên dawî yên li Iraqê û pirsgirêkên li ber proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.

Li gor daxuayniyê, Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku çareseriya rewşa Iraqê tenê bi gotûbêj û hevdûtêgihiştina li ser bingeha destûrê tê kirin, herwiha ‏behsa rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û giringiya yekrêziya di navbera aliyên ‏siyasî yên Herêma Kurdistanê de kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a hevdîtinê de ragihand, ku derfet li pêşiya Amerîkayê heye ku di gelek waran de alîakriya Iraqê û Herêma Kurdistanê bike, bi taybet jî di warê weberhênanê û sektora taybet de.

Di beşeke din a civînê de, “Şerê dijî terorê û metirsiyên DAIŞê, giringiya pêşxistina demokrasiyê û ‏parastina mafên mirovan û azadiyan û azadiya raderbirînê li Herêma Kurdistanê, rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din” hatin gotûbêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 350 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:10:06