Li dû ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 03.09.2024) di hevdîtinekê de bi Balyozê nû yê Tirkiyeyê li Îraqê Anil Bora re tevî bixêrhatinê, daxwaza serkeftinê di erkê wî yê nû de jî jê re xwast û hemî piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo biserxistina erkê wî diyar kir.
Balyozê nû yê Tirkiyeyê li Îraqê Anil Bora ji aliyê xwe ve dilxweşiya xwe ji bo destpêkirina karî wekî balyozê welatê xwe li Îraqê diyar kir, herwesa hez û amadehiya Tirkiyeyê ji bo berdewamkirina peywendiyên xwe bi Îraq û Herêma Kurdistanê re di hemî waran de tekez kir.
Rewşa navxwe ya Îraq û Herêma Kurdistanê û dawî pêşhatên deverê bi awayekî giştî jî mijarên tewerekê din ê wê hevdîtinê bûn.