Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li malbata dayîka sê şehîdan dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê sersaxî li malbata dayîka sê şehîdan Aftaw Salih kir û xemgîniya xwe ragihand.
27.12.2022, Sal - 14:45
Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li malbata dayîka sê şehîdan dike
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro Sêşemê 27ê Berfanbara 2022yan, Nêçîrvan Barzanî di pêwendiyeke telefonî de ligel Dawûd Mehmûd Mihemed li ser koça dawî ya sê şehîdan Aftaw Salih Qadir, sersaxî li xwe û malbata têkoşer kir.

Nêçîrvan Barzanî tevî nîşandana hevsozî û xemgîniya xwe, hêviya xwe anî ziman ku Xwedayê mezin giyanê rehmetî bi mîhrebaniya xwe şad bike û aramî û dilnewayî bide her kesî.

Ji aliyê xwe ve, kurê rehmetî Aftaw Salih, Dawûd Mehmûd Mihemed, spasî û pêzanînên xwe û malbata xwe ji bo pêwendiya telefonî û sersaxiyê û xemgîniya Nêçîrvan Barzanî nîşan da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 372 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:34:41