Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 21ê Hezîranê pêşwaziya şandeke bilind a Neteweyên Yekgirtî ya bi serokayetiya Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Rêveberê Herêmî yê UNDPê li Welatên Erebî Abdallah Al Dardarî kir.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de şandê bi kurtî di derbarê armanca serdana xwe ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê zela kir ku ji bo alîkarîna Iraq û Herêma Kurdistane di cûr bi cûr kirina çavkaniyên dahatê de xwe bi tenê dahata neftê ve girê nedin. Di vê derbarî de Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku siberoja Iraq û Herêma Kurdistanê bi hemecûrkirina aborî û çavkaniyên dahatê ve girêdayî ye.
Li gor daxuyaniyê herdu aliyan guherîna keşuhewayê gotûbêj kirin û hevnêrîn bûn ku guherîna keşuhewayê krîzeke ciddî ye û bandoreke zêde li ser Iraqê heye, ji bo wê yekê divê Iraq bi piştgîriya navdewletî bi ciddî rûbirûyê wê krîzê bibe.
Herwiha şanda mêvan tekez kiriye ku hem ji bo berevaniya bandorên guherîna keşûhewayê û hem ji bo cûrbicûrkirina çavkaniyên dahatê, alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê dikin.
Şanda Neteweyên Yekgirtî di heman demê de bal kişandin li ser civîna ligel Desteya Weberhênana li Herêma Kurdistanê ku têde amadehî û piştgîriya Neteweyên Yekgirtî derbirîne ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê di plansazî û danîna nexşerêyek ji bo çawayiya rakêşana weberhênanên biyanî û çêkirina derfeta kar a ji bo ciwanan.
Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê ji Abdallah Al Dardarî xwest û hewlên wî yên ji bo akîkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxand.