Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa Îlonê dengê doza rewa ya gelê Kurdistanê bû

Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta salvegera 63ê ya serhildana şoreşa Îlonê peyamekê parve dike û tê de amajeyê dide, “Em bi rêz û şkodarî şoreşa Îlonê libîr tînin.”
11.09.2024, Çar - 13:02
Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa Îlonê dengê doza rewa ya gelê Kurdistanê bû
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 11.09.2024) bi helkefta salvegera 63ê ya serhildana şoreşa Îlonê ya mezin peyamek parve kir û tê de amaje da, “Em bi rêz û şkodarî şoreşa Îlonê libîr tînin.”

Nêçîrvan Barzanî herwesa got, “Şoreşa Îlonê bûye naveroka hizir û nasnameya neteweyî û niştîmanî û şkodariya hemî Kurdistaniyan û îradeya pûlayî ya gelê Kurdistanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwesa got, “Em tekezê li ser îradeya mukom a gelê Kurdistanê ji bo parastin û bidestxistina tevaya mafên wî yên destûrî û tebayî û bihevrebûna navbera hemî pêkhateyên wî gelî dikin.”

Tekista peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Di salvegera 63ê ya Şoreşa Îlonê ya mezin de, em Rêberê Şoreşê Barzaiyê Nemir û tevaya Pêşmergeyên qehreman û hemî wan têkoşeran libîr tînin ên ku hêz û dest û baskên şoreşê bûn û em bi rêz û şkodarî bîranîna wan dikin. Silav ji bo canê wan ê pakij, silav li hemî xebatkerên wê serdema giran ku hêşta di jiyanê de ne. Em daxwaza emirdirêjî û silametiyê ji wan re dikin.

Şoreşa Îlonê ya mezin, ku şoreşa hemî gelê Kurdistanê bû bi hemî pêkhateyên wê ve, bûye naveroka hizir û nasnameya neteweyî û niştîmanî û şkodariya hemî Kurdistaniyan û îradeya pûlayî ya gelê Kurdistanê ji bo berhingarbûna stem û dagirkariyê. Şoreş dengê zelal ê azadîxwazan û doza rewa ya gel û niştîmanekî bû ku pêxemetî azadiyê hemî qurbanî dan, bû itîrafa yekê ya fermî bi mafên gelê Kurdistanê û bingeha hemî destkeftiyên paştir.

Di demekê de ku em bi şanazî ve vê bîranîna pîroz dikin, em tekezê li ser îradeya mukom a gelê Kurdistanê ji bo parastin û bidestxistina tevaya mafên wî yên destûrî û tebayî û bihevrebûna navbera hemî pêkhateyên wî dikin. Em pirinsîp û nirxên bilind ên şoreşê ji xebat û têkoşan û destbernedanê diparêzin, pêxemetî azadî û demokrasiyê û bi hêvî û geşbînî heta em digehin serkeftinê û bicihanîna xewna şehîdan, ber bi paşerojeke batştir berdewam dibin.

Bilind û pîroz be bîranîna şoreşa Îlonê ya mezin, silav li bîranîna şehîdên Kurdistanê û silav li canê wan ê pakij.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

 

Vî nûçeyê tevayî: 151 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:48:47