Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyozê Hindistanê dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 4ê Îlonê pêşwazî Balyozê Hindistanê li Iraqê Shri Prashant Pise kir.
04.09.2024, Çar - 16:50
Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyozê Hindistanê dike
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya hewlên Pise kir, ku di dema karkirina xwe li Iraqê de, hewl ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera welatê xwe û Iraq û Herêma Kurdistanê daye û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwast.

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Hindistanê spasiya Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar kir ku di serkeftina erkê wî de palpişt bûne. Herwiha dixwaza welatê xwe ji bo berdewamiya pêşxistina pêwendiyan di hemû waran de bi Iraq û Herêma Kurdistanê re tekez kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Hindistanê li Herêma Kurdistanê amade bû, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 135 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:57:55