Nêçîrvan Barzanî û Alina Romanowskî danûstandinên Hewlêr – Bexdayê gotûbêj dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de îro 21.1.2023an ligel Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski civiya.
21.01.2023, Cts - 15:10
Nêçîrvan Barzanî û Alina Romanowskî danûstandinên Hewlêr – Bexdayê gotûbêj dikin
Nuçe Belav bike

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di hevdîtinê de, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên danûstandinên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de, hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de her du aliyan tekezî li ser girîngiya çareserkirina kêşeyan bo Îraq û Herêma Kurdistanê kirin û hevnêrîn bûn ku çareserkirina kêşeyan dî bibe sedema aramiya Îraq û navçeyê.

Ji aliyê xwe ve Balyoza Amerîka piştevaniya welatê xwe ji bo diyalog û hewlên çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîşan da û spasiya rola erênî û hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo çareserkirina pirsgirêkan kir.

Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, giringiya yekrêziya aliyên Kurdistanî, rêkxistin û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, pêşxistina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Amerîkayê û berfirehkirina warên hevkariyên hevbeş, her wiha çend pirsên cihê giringiya her du aliyan, mijarên din ên vê civînê bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 431 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:45:11