Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyê li ser çend mijaran gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro yekşemê 07.05.2023an li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson Richardson kir.
07.05.2023, Paz - 19:29
Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyê li ser çend mijaran gotûbêj kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de, li ser pêşhatên dawî yên peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û hewl û gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pirsa hilbijartinan û rewşa Şingalê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her du aliyan bi erênî behsa pêşkeftin û li hev têgihiştina Hewlêr û Bexdayê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da kir û li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û li darxistina hilbijartinan di dema diyarkirî da hemfikir bûn.

Di derbarê rewşa Şingalê da, her du aliyan tekez li ser girîngiya parastina aştî û aramiya navçeyê û rêgirtina li gotarên kîn û dubendiyê di navbera pêkhateyan da çê dikin kir û cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal da ji bo asayîkirina rewşa Şingalê bi pêwîst û girîng zanî.

Peywendiyên Brîtanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û çend pirsên din yên xwedî berjewendiyên hevpar mijarên din yên civînê bûn ku, tê da Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê jî amade bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 295 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:47:34