Nêçîrvan Barzanî û Durrell: Divê hikûmeta nû bersivê bide daxwazên xelkê

Nêçîrvan Barzanî û Patrick Durrell diyar kir ku divê hikûmeta nû bersivê bide daxwazên xelkê.
14.11.2024, Per - 10:00
Nêçîrvan Barzanî û Durrell: Divê hikûmeta nû bersivê bide daxwazên xelkê
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, doh êvarê Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durell qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, “avakirina hikûmeta nû û pêwendiyên Fransayê yê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re” mijarên sereke yên hevdîtinê bûn.

Patrick Durrell ji ber encamên hilbijartinê gelê Herêma Kurdistanê pîroz kir û got, “Rêjeya beşdarbûnê nîşan dide ku gelê Herêma Kurdistanê girîngiyê bi paşeroja xwe dide.”

“Divê hikûmet bersivê bide daxwaz û armancên xelkê”

Barzanî û Durrel li ser mekanîzmaya avakirina hikûmeta nû axivîn û wan destnîşan kir ku avakirina hikûmetê girîng e û “Divê hikûmeta nû ji bo bipêşketin û aramiyê bersivê bide daxwaz û armancên xelkê.”

Patrick Durrell amaje pê kir, Fransa pêbend e alîkariyên xwe yên ku dide Îraq û Herêma Kurdistanê bidomîne.

Nêçîrvan Barzanî jî ji bo piştgirî û alîkariya wê spasiya Fransayê kir.

Nêçîrvan Barzanî û Patrick Durrell şerê li Xezeyê û aloziyên li Rojhilata Navîn jî nirxandin û wan diyar kir ku divê Îraq xwe ji van aloziyan dûr bixe.

Serokatiyê daxuyan ku “rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên bi welatên cîran re, hilbijartinên serokê Parlamentoya Îraqê û hilbijartinên Amerîkayê” çend mijarên din ên hevdîtina wan bûn.

Divê were gotin ku Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê jî di hevdîtinê de hazir bû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 666 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:04:26