Nêçîrvan Barzanî û Ammar Hekîm: Divê Îraq tevlî aloziyên li herêmê nebe

Neçîrvan Barzanî û Ammar Hekîm diyar kir ku divê Îraq tevlî aloziyên li herêmê nebe û xwe ji encamên aloziyan dûr bigire.
29.10.2024, Sal - 15:32
Nêçîrvan Barzanî û Ammar Hekîm: Divê Îraq tevlî aloziyên li herêmê nebe
Nuçe Belav bike

Forumê îro dest pê kir û dê sibe biqede û dê radeyarên payebilind ên Îraq û Herêma Kurdistanê konsul û balyozên welatan ên li Îraq û Herêma Kurdistanê tevlî bibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Serokê Tevgera Hikmetê ya Îraqê Ammar Hekîm, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Mihemed Hesen hinek ji axêverên MERI2024ê ne.

Serokê Tevgera Hîkmet ya Îraqê Ammar Hekîm ji bo tevlî MERI2024ê bibe hat Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Li gorî agahiyan, di civînê de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û encamên hilbijartinan hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma KurdistanêAmmar Hekîm ji ber serkeftina hilbijartinan Nêçîrvan Barzanî pîroz kir.

Her wiha di civîna dualî de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa herêmê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekez kir ku dê hevkariyên wan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê berdewam bikin.

Li gorî daxuyaniyê, Ammar Hekîm û Nêçîrvan Barzanî bicihanîna xalên Destûra Îraqê wekî bingeha çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê destnîşan kiriye.

Nêçîrvan Barzanî û Ammar Hekîm amaje bi aloziyên Rojhilata Navîn jî kir. 

Behsa şerê Îsraîlê yê bi Hemasê û Hizbulahê jî hat kirin û rewşa Xezeyê û Libnanê hat gotûbêjkirin.

Her du alî hevbîr bûne ku Rojhilata Navîn di rewşeke dijwar re derbas dibe.

Nêçîrvan Barzanî û Ammar Hekîm amaje bi wê yekê kiriye ku divê Îraq tevlî aloziyan nebe û xwe ji aloziyên herêmê û encamên wê dûr bixe."

 

Vî nûçeyê tevayî: 207 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:28:15