Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Amerîkayê pêşhatên dawî yên navçeyê gotûbêj dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Mark Straw derbarê pêşhatên dawî yên rewşa aloz a navçeyê û bûyerên armanckirina hêzên Hevpeymanan civiyan.
23.10.2023, Pts - 14:56
Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Amerîkayê pêşhatên dawî yên navçeyê gotûbêj dikin
Nuçe Belav bike

Serok Nêçîrvan Barzanî îro 23ê Cotmehê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Mark Straw kir û pêşhatên dawî yên li herêmê û bûyerên li dijî hêzên Hevpeymanan û hevahengiya ewlehiyê ya Hewlêr – Bexdayê gotûbêj kirin.

Her du aliya dilgiraniya xwe li hember egera firehbûna aloziyan û encamên wê li Rojhilata Navîn nîşan dan û tekez li ser giringiya parastina hêzên Hevpeymanan û nûnerên dîplomatîk li Iraq û Herêma Kurdistanê û berdewamiya hevkarî û hevahengiya ewlehiyê di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge ji bo aştî û aramiyê kirin.

Li gor daxuyaniya civînê, Serokê Herêma Kurdistanê û Konsulê Amerîkayê çend mijarên girîng yên cihê berjewendiya hevbeş gotûbêj kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 304 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:27:11