Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Pizîşkiyan civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan civiyan.
31.07.2024, Çar - 17:08
Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Pizîşkiyan civiyan
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo bêşdarî merasîma sondxwarina Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe doh li ser vexwendineke fermî çûbû Tehrana.

Nêçîrvan Barzanî îro ji bilî çend civînên bi rayedar û berpirsên Îranê re li gel Mesûd Pizîşkan jî civiya.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê hevdîtina bi Mesûd Pizîşkiyan re peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got:

“Kêfxweş im ku min yekem roja wî ya kar bi Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan re hevdîtin pêk anî.

Ez hêvî dikim ku ji bo bipêşxistina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi  Îranê re em bi hev re kar bikin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 283 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:50:21