Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî budceya sala 2023 ya Iraqê gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê li Munchenê civiyan.
18.02.2023, Cts - 06:58
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî budceya sala 2023 ya Iraqê gotûbêj kirin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê li Munchenê civiyan. Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, beşeke civînê taybet bi çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bûye û di civînê de behsa budceya sala 2023 ya Iraqê û rewşa siyasî hatiye kirin.

Duh êvarî di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ya Almanyayê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşhatên dawî yên danûstandinên Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, rewşa aborî û budceya Iraqê ya sala 2023an û rewşa siyasî ya Iraqê hat gotûbêjkirin.

Mihemed Şiya Sûdanî û Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe bi berdewamiya pêngavên danûstandinên Hewlêr-Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de li ser bingeha destûrê nîşan dane û li ser rûbirûbûna pirsgirêk û metirsiyan li hev kirine.

Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê

Di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ya îsal de şerê Rûsya û Ukraynayê, peywendiyên di navbera Rojava û Çînê de, dabînkirina enerjî û ewlehiyê, ewlehiya xorakê, berfirehkirina hevpeymaniya NATOyê, peydakirina çîpan, lêçûnên parastinê, qeyranên keşûhewayê, rêziknameya teknolojiyê û ewlehiya sîber were nîqaşkirin.

Konferansa ku wê îsal cara 59emîn bê lidarxistin û wê heta 19ê Sibatê bidome, wê li Otela Bayerischer Hof a Munchenê bê lidarxistin.

Îsal zêdetirî 40 serokên hikûmet û dewletan û nêzî 100 wezîrên derve û berevaniyê beşdarî konferansê bibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris, Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê Polandê Andrzej Duda, Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen jî di nav de zêdetirî 40 serokên dewlet û hikûmetan û herwiha nêzîkî 100 wezîrên derve û berevaniyê beşdar dibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 375 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:11:10