Nêçîrvan Barzanî û Mîr Hazim Tehsîn Beg civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg re civiya û tekez kir ku dê baştir xizmeta Êzidiyan bikin.
28.05.2024, Sal - 17:54
Nêçîrvan Barzanî û Mîr Hazim Tehsîn Beg civiyan
Nuçe Belav bike

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku îro Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg pêşwazî kir.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku dê piştgiriya wan a ji bo Mîr Hazim Tehsîn û Êzidiyan berdewam bike.

Di civînê de behsa rewşa Êzidiyan û mafên wan li Herêma Kurdistanê û Îraqê hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku ew dê di hemû waran de baştir xizmetkirina Êzidiyan bikin.

Rewşa Şingalê û penaberên Êzidî û jiyana wan a di kampan de mijareke din a hevdîtinê bû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 787 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:35:09