Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Hevkariya Aborî û Geşepêdanê ya Almanyayê li Berlînê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Berlînê bi Wezîra Hevkariya Aborî û Geşepêdanê ya Hikûmeta Federal a Almanyayê Sevinia Schultz re civiya.
26.06.2023, Pts - 10:02
Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Hevkariya Aborî û Geşepêdanê ya Almanyayê li Berlînê civiyan
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de behsa pêşxistina pêwendiyên Almanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, hevkariyên hevbeş di navbera her du welatan de di warên cuda de, rewşa Şingalê û Kurdên Êzidî û koçberên li Herêma Kurdistanê û herwiha metirsiyên guherîna avhewayê li ser Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Nûçegihana Rûdawê ya li Almanyayê Ala Şalî dibêje, Wezareta Hevkariya Aborî û Geşepêdanê ya Hikûmeta Federal a Almanyayê yek ji wan wezaretên girîng e ku heta niha alîkarî pêşkêşî çend navçeyên Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye, ji wan jî dabînkirina avê, alîkariyên tendirustî û alîkariyên din ên mirovî.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê de di daxuyaniyekê de ragihandiye, Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevanî û alîkariyên Almanyayê yên bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û kêfxweşiya xwe jî li hember rêkeftinên vê dawiyê yên di navbera Almanya û Iraqê de nîşan da.

Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê herwiha tekezî li wê yekê kir ku ew dixwazin pêwendî û hevkariyên hevbeş ên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de werin pêşxistin.

Li gor daxuyaniyê, Schultz tekez kir ku Almanya dê piştevanî û hevkariya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re berdewam bike, bi taybetî di warên pêwîst de yên wek sermayeguzarî, rahênana di warên curbicur de û pirrengiya aborî bi awayekî ku alîkar be ligel tedbîrên rûbirûbûna bandorên guherîna avhewayê li Iraqê û Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendineke fermî bi serdanekê li Almanyayê ye û dê êvara îro bi Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz re bicive.

Nêçîrvan Barzanî herwiha dê bi hejmarek rayedarên din ên Almanyayê re jî hevdîtinan bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 717 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:58:23