Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Parastinê yê Estonyayê qebûl kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Parastinê yê Estonyayê Hanno Pevkor li Hewlêrê qebûl kir.
03.08.2023, Per - 05:35
Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Parastinê yê Estonyayê qebûl kir
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, serdana Wezîrê Parastinê yê Estonyayê ji bo leşkerên Estonyayî bû ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de li Herêma Kurdistanê û Iraqê ne.

Xeyn ji mijara leşkerên Estonyayî, di hevdîtinê de rewşa dawî ya şerê dijî DAIŞê jî hate gotûbêjkirin.

Herwiha di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku divê Hevpeymaniya Navdewletî, ji bo nehîştina DAIŞê ku metirsiyeke cidî yê li ser ewlehî û aramiya herêmê erkê xwe berdewam bike.

Nêçîrvan Barzanî ji bo erkê ku li Herêma Kurdistanê girtiye ser milê xwe spasiya Estonyayê û hêzên wê yên leşkerî kir û tekezî li ser berdewamiya hevkariyê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 469 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:09:34