Necmettîn Kerîm Fermandarên Pêşmêrgê re referandûm gutobêj kir

Parêzgarê bajarê Kerkûk'ê Necmettîn Kerîm derbarê mijara referandûma Kurdistan'ê de bi fermandeyên Pêşmergê re hevdîtinek pêk anî
28.08.2017, Pts - 07:47
Necmettîn Kerîm Fermandarên Pêşmêrgê re referandûm gutobêj kir
Nuçe Belav bike

Parêzgarê Kerkûk'ê Necmedîn Kerîm li Kerkûk'ê ligel fermandarên Pêşmerge civiya, berpirsên polîsê jî beşdarî civînê bûn,. Piştî civînê Kerîm daxûyaniyek ji çapemeniyê re kir û tê ragihandin ku civînê de; rewşa ewlehiya Kerkûk'ê, çawa çeperên şer bihêz bibin û çi pêwîst e bibe, hatin gotûbêjkirin.

Parêzgarê Kerkûkê ragihand jî, her di wê civînê de behsa metrisiyên li ser Kerkûk'ê hene hate kirin, bi taybet ku Tilefer hate azadkirin. Pirsa azadkirina Hiwêce û hevahengiya di navbera hêzan jî hate gotbêjkirin. Pêşmerge her demê amade ye hevahengiyê ligel artêşa Iraqê bi armanca azadkirina Hiwêce'yê bike.

Got jî, di civînê de behsa referandûmê li Kerkûk'ê û tedbîrên ewlehiyê hate kirin, bo di dema birêvebirina referandûmê de bajar parastî be.

Necmedîn Kerîm amaje bi wê jî kir, dixwazin bilez Hiwêce bê kontolkirin, ji bo xelkê wê beşdarî referandûmê bibin. Tekezî li ser wê jî kir, bêyî Pêşmerge Hiwêca naye kontrolkirin.

Parêzgarê Kerkûkê got jî: “Pirsa Ala Kurdistanê çareser bûye, Ala Kurdistanê li Kerkûkê bilind dimîne û referandûm jî li Kerkûk'ê bi rê ve diçe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1278 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:47:45