Neteweyên Yekbûyî: Divê em ji bo xelkê Şingalê kar bikin

Neteweyên Yekbûyî îro 3ê Tebaxa 2022yan peyamek bi boneya heştemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzdî belav kir.
03.08.2022, Çar - 08:25
Neteweyên Yekbûyî: Divê em ji bo xelkê Şingalê kar bikin
Nuçe Belav bike

Ofîsa Nûneratiya Netewên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) diyar kir ku hêj bi hezaran Kurdênz Êzdî venegeriyane nav malbatên xwe û çarenivîsa wan ne diyar e û ragihand ku “Divê em kar bikin ji bo ku ev rewşa nelibar a Êzdiyan bi dawî bê û hewl bê dayin da ku sibereojeke baştir ji bo xelkê Şingalê bê dabînkirin.” UNAMI herwiha dibêje bêyî derengmayînê divê rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.

Di ser Jenosîda Êzidiyan re 8 sal derbas bûn. Çekdarên DAIŞê 8 sal berê di 3ê Tabaxa 2014an de jin, mêr, zarok di nav de ji 5 hezaran zêdetir Kurdên Êzidî li Şengalê qetil kirin. Bi hezaran kes ji axa ya qedîm hatin koçberkirin, jin û zarok di nav de zirareke mezin, karesateke mirovî li ber çavên cîhanê li dîroka Êzidiyan hat zêdekirin.

UNAMI îro 3ê Tebaxa 2022yan peyamek bi boneya heştemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzdî belav kir.

Di peyama xwe de Neteweyên Yekbûyî tekez dike ku ew dê di rêkarên lêkolînê di tawanên DAIŞê li dijî Êzdiyan berdewam bin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Piraniya mexdûran piştî bi salan li girtîgehê, êşkenceyê, destdirêjiya seksê, koledarî û muameleya dijmirovahî êşên êşê dikişînin.\'\'

Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku hêj bi hezaran Êzdî venegeriyane nav malbatên xwe û çarenivîsa wan ne diyar e û dibêje: “Divê her kes kar bike ji bo bi dawî anîna rewşa berdewam ya Êzidiyan. Divê her hewldanek ji bo pêkanîna pêşerojeke baştir ji bo xelkê Şingalê were kirin.”

UNAMI diyar dike ku piraniya Kurdên Êzidî ji cih û warên xwe yên resen hatine koçberkirin û dibêje: \"Ji ber aloziyên berdewam, welatî ji aramiya bingehîn bê par mane.

D beşeke din a daxuyaniya xwe de tekez dike ku bêyî derengmayînê divê rêkeftina di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê ya ji bo asayîkirina Şingalê were cîbicîkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 498 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:42:03