Neviyê Nelson Mandela li Hewlêrê: Ez kesekî ji we me

Di duyemîn Foruma Hewlêrê de neviyê Nelson Mandela Dr. Siyabulela Mandela got, “Gelê Kurd ji bo mafê xwe yê çarenûsî têdikoşiya. Wan ji bo bigihin mafên gerdûnî yên wekhev ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatine ragihandin şer dikirin”. Mandela got, ji ber ku têkoşîna wan a bi vî rengî hebûye, ew xwe wek kesekî ji gelê Kurd dibîne.
01.03.2023, Çar - 09:51
Neviyê Nelson Mandela li Hewlêrê: Ez kesekî ji we me
Nuçe Belav bike

Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” bi hevbeşî ligel hejmarek navendên lêkolînê û saziyên herêmî û navdewletî îro li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê destpê kir.

Di panela duyem a îro ya forumê de, neviyê rêberê efsaneyî yê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela, Dr. Siyabulela Mandela jî beşdar bû û gotarek pêşkêş kir.

Neviyê Nelson Mandela, Dr. Siyabulela Mandela behsa xevata gelê Kurd bo azadî û serxwebûna Kurdistanê kir û ragihand, Ji bo bidestxistina azadî û serxwebûnê em piştgiriya mafên rewa yên Kurdan dikin û got, Afrîkî hê jî ligel gelê Herêma Kurdistanê ne û em ligel mafên we yên rewa ne.

Siyabulela Mandela diyar kir, “Gelê Kurd ji bo mafê xwe yê çarenûsî têdikoşiya. Wan ji bo bigihin mafên gerdûnî yên wekhev ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatine ragihandin şer dikirin”.

Siyabulela Mandela got, ji ber ku têkoşîna wan a bi vî rengî hebûye, ew xwe wek kesekî ji gelê Kurd dibîne.

Neviyê Mandela wiha got: “Hûn gelê min in. Ez jî kesekî ji we me. Bapîrê min bi zelalî got, heta ku hûn negihîjin serxwebûn û mafên xwe, azadî û serxwebûna me temam nabe.

Ji ber vê yekê Mandela û nesla wî herî dawî di sala 1990'î de gihîştin azadî û serxwebûna xwe. Mandela got, heta gelê Filistînê û gelê Kurd li Rojhilata Navîn azad nebin azadiya me temam nabe.”

Siyabulela Mandela amaje bi xelatkirina Nelson Mandela ji aliyê Tirkiyê ve û redkirina xelatê ji aliyê bapîrê xwe ve kir û got, Nelson Mandela di sala 1992’an de Madalyaya Aştiyê ya ku Tirkiyeyê dabû wî red kir û ev yek jî helwesteke zelal bû ku di têkoşîna ji bo bidestxistina mafên xwe de em û gelê Kurdistanê bi hev re ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 524 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:49:21