Wezareta Berevaniyê ya Iraqê dema kêmtirî mehekê dem daye xelkê gundê Topzawa ku zeviyên xwe vala bikin. Welatiyê gundê Topzawa Ehmed Kiwêxa, ku genim û ceh diçandin, niha neçar e 12 donim erd radestî Wezareta Berevaniylê ya Iraqê bike da ku bibe cihê niştecîbûna leşkerên artêşê. Ehmed Kiwêxa dibêje: “Li aliyekî Erebên hawerde tên me dikujin, li aliyê din jî dewlet axa me dagir dike.”
Tevî ku tapoyên wan ên reş ên serdema Osmaniyan hene û hemû belgeyên xwedîtiya axa wan hene jî, lê di sala 1986'an de ew hatin sirgûnkirin û zeviyên wan radestî Wezareta Berevaniyê hatin kirin.
Beşek ji zeviyên ku nakok li ser hene, ew zeviyên ku piştî sala 2017an ji aliyên Wezareta Çandiniyê ve peymanên wan hatine nûkirin e. tevahiya wan zeviyan ku di navbera Kurd, Ereb û Tirkmenan de pirsgirêk li ser heye, bi 300 hezar donim tê texmînkirin.
Rêveberê Çandiyê yê Kerkûkê Zuhêr Elî ji K24ê re got: “Ew zeviyên ku nakokî li ser hene 300 hezar donim e, 200 hezar donim zevî Îtfan e û 100 hezar donim din jî ew in ku milkê wan jê hatiye standin.”
Komîta Çandiniyê ya Parlamentoya Iraqê hay ji plana Wezareta Berevaniyê heye û zanyariyên wê li ser hemû zeviyên ku artêşa Iraqê dixwaze ji navçeyeke çandiniyê veguherîne navendeke leşkerî hene.
Endamê Komîta Çandiniyê ya Parlamentoya Iraqê Xerîb Ehmed ji K24ê re ragihand; “Wezareta Berevaniyê bêyî agahiya cotkaran û li gorî siyaseta rejîma Beis bûye xwediyê zeviyan.”
Devera ku dê ji bo niştecihbûnê bê bikaranîn 12 hezar donim erd e û 8 hezar donim erd jî li Daqûqê ye.
Li nahiya Sergeranê 40 gund û li Daqûqê jî 22 hezar donim erd di bin metirsiya erebkirinê de ne. Li Topzawa, Turkalan û Yayci nêzî 40 hezar donim erd di bin gefa desteserkirinê de ne. Zêdetirî 4 hezar donim erd ji bo avakirina baregeheke leşkerî li gundê Kulîtepa hatiye veqetandin, ku hemû di zevî jî di nava madeya 140 de ne.