Nûnera Hikûmeta Herêmê ya li Amerîkayê: Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bihêz in

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê Tirîfe Ezîz ragihand, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bihêz in.
22.08.2023, Sal - 06:48
Nûnera Hikûmeta Herêmê ya li Amerîkayê: Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bihêz in
Nuçe Belav bike

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê Tirîfe Ezîz ji ajansa Kurdistan24ê re diyar kir, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bihêz in û ew di erkê xwe de li Washingtonê dakokiyê li Herêma Kurdistanê û Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê destnîşan kir, ligel Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê civiyaye û ew gelek kêfxweş e ku biçe Kurdistanê.

Roja Duşemê 17ê Tîrmeha 2023an, Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Berpirsê Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî, serpereştiya dewir û radestkirina peywira Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê ya di navbera Beyan Samî Ebdulrehman û Nûnera nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Tirîfe Ezîz de kir.

Li gor daxuyaniyê, Sefîn Dizeyî spasiya Beyan Samî Ebdulrehman kiriye ji ber erk û xizmeta wê ya di salên borî de pêşkeş kirine û wek nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê bûye û herwiha pêştir jî wek Nûnera Hikûmetê li Brîtanya bûye û ji ber erkê wê yê nû yê Ofîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pîrozbahî lê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:52:47