Nûnerên welatên endamê Encûmena Asayişa Navdewletî êrîşa li Zaxoyê şermezar kirin

Welatên endamên Encûmena Asayişa Navdewletî êrîşa li navçeya Zaxo ya Duhokê ku di encamê de 9 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn û 26 sivîl jî birîndar bûbûn, şermezar kirin.
27.07.2022, Çar - 06:19
Nûnerên welatên endamê Encûmena Asayişa Navdewletî êrîşa li Zaxoyê şermezar kirin
Nuçe Belav bike

Nûnerên welatên endamê Encûmena Asayişa Navdewletî îro li baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê beşdarî civîna wê encûmenê ya derbarê êrîşa Tirkiyê bo ser seyrangeheke navçeya Zaxoyê bûn ku li ser daxwaza Iraqê hat lidarxistin.

Di civînê de nûnerên welatên endamê Encûmena Asayişa Navdewletî êrîşa li navçeya Zaxo ya Herêma Kurdistanê şermezar kirin û piştevaniya xwe ji Iraqê re dubare kirin.

Nûnera Hertimî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield di civînê de got, "Washington êrîşa li ser Duhokê şermezar dike" û da zanîn ku "kuştina sivîlan nayê qebûlkirin."

Greenfieldrek diyar kir ku gelên Iraqê layiqê pêşerojeke geş in û got, "Em bang dikin ku rêz li serweriya Iraq û xaka wê bigirin."

Nûnerê Hertimî yê Meksîkayê li Neteweyên Yekbûyî, Juan Gomez Robledo Verduzco jî êrîş şermezar kir û got ku ew hevxemê Iraqê ne.

Verduzco got, "Her êrîşek li dijî sivîlan binpêkirina yasayên navdewletî ye," û daxwaza lêkolîneke bêalî û serbixwe derbarê êrîşa roja 20ê Tîrmehê ya li navçeya Zaxoyê kir.

Nûnerê Îrlandayê Brian Patrick Flynn jî êrîş şermezar kir û destnîşan kir ku êrîşên li dijî sivîlan li dijî hiqûqa navneteweyî ne.

Flynn daxwaza lêkolînê ji bo destnîşankirina berpirsyaran û pêkanîna lêpirsînê kir û daxwaz ji hemû welatên endam kir ku di vê proseyê de hevkariya Hikûmeta Iraqê û hemû dezgehên pêwendîdar bikin.

Nûnera Fransayê li Neteweyên Yekbûyî Nathalie Broadhurst Estival jî êrîşa li ser sivîlan şermezar kir û got, ku coşa Iraqiyan ji bo jiyaneke aram ji her demê rewatir e.

Estival bal kişande ser giringiya hevkariya di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de ji bo “ronîkirina temam” a bûyerê û diyar kir, ew pêşwazî li pabenbûna serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo ewlehî û aramiya herêmê dikin.

Nûnera Brîtanya li Neteweyên Yekbûyî Alice Jacobs dilgiraniya xwe derbarê bandora êrîşê li ser aramiya Iraqê nîşan da.

Jacobs piştevaniya xwe ya temam ji bo lêkolînên ku ji aliyê desthilatdaran ve hatiye kirin nîşan da û daxwaz ji hemû aliyan kir, rêzê li serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê bigirin.

Nûnerê Albanyayê Ferît Xoce jî diyar kir, ew ji ber sivîlên li Duhokê jiyana xwe ji dest dane xemgînin û tekez kir ku divê berpirsyarê êrîşê hesab bidin.

Xoce amaje bi wê yekê kir ku ji bo eşkerekirina rastiyê di lêkolînê de, ew dê Iraq û Tirkiyê bi hewldanên hevbeş û hevkariyê han bidin û tekez kir, ku dawîanîna bi spekulasyonan, û têgihîştin û zêdebûna aloziyan pir giring e.

Di civînê de herwiha Nûnera Gabonê Edwige Koumby Missambo êrîşa li navçeya Zaxoyê ku di encamê de 9 kesên sivîl mirin û gelek kes birîndar bûn şermezar kir û got, "Ev kiryara tirsonek û nefret binpêkirineke eşkere ya yasaya navdewletî ye."

Nûnerê Kenyayê Michael Kapkiai Kiboino êrîş şermezar kir û diyar kir, "Divê Iraq ji wê yekê were parastin ku bibe qadeke navneteweyî ku aktorên biyanî hesaban têde dikin ku zirarê digihîne ewlekarî, aramiya siyasî û pêşketina civakî-aborî ya welêt."

Nûnerê Çînê Geng Shuang jî êrîşa 20ê Tîrmehê şermezar kir û amaje bi wê yekê kir ku Iraqê komîteyek ji bo lêkolînkirina bûyerê ava kiriye.

Geng Shuang got, “Iraq bi etnîsîte û olên xwe yên cihêreng, ji aliyê stratejîk ve di rewşek girîng de ye û divê bibe alîkarê hevkariyên navçeyî, ne qada hevrikiyên jeopolîtîk. Lê mixabin çendîn car hêzên derve bêyî rizamendiya Hikûmeta Iraqê operasiyon pêk anîne û bi awayekî berfireh binpêkirina serwerî û yekparçeyiya axa welat kirine û aramiya navçê xistine metirsiyê.

Nûnerê Îmarata Erebî ya Yekgirtî Mihemed Îsa Ebuşehab spasiya encûmenê kir ji bo berteka wê ya bilez û organîzekirina civînê, ku di nameya Serokwezîrê Iraqê de bi hûrgilî hatiye diyarkirin.

Mihemed Îsa Ebuşehab êrîşa li navçeya Zaxo ya Duhokê weke binpêkirina eşkere ya Peymana Neteweyên Yekbûyî û yasayên navneteweyî bi nav kir û bal kişand ser wê yekê ku ev êrîş dibe sedema gurtirkirina pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 541 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:49:00