NY daxwaza lêkolîna topbarana Zaxoyê dike

Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaza lêkolînê derbarê topbarana devera geştyariyê ya li gundê Perexê yê ser bi Zaxoyê dike, ku bûye şehîd û birîndarbûna hejmarek welatiyên Iraqî.
22.07.2022, Cum - 10:28
NY daxwaza lêkolîna topbarana Zaxoyê dike
Nuçe Belav bike

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li ser topbarana gundê Perexê yê ser bi îdareya serbixwe ya Zaxoyê daxuyaniyek belav kir û got: “Divê lêkolînên bi hûrgilî li ser bûyera topbarana Zaxoyê were kirin. Herwiha ez sersaxiyê li malbatên qurbaniyan dikim, hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.”

Beriya niha jî Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert êrîşa li Zaxoyê şermezar kiribû û gotibû: “Careke din xelkê sivîl dikevin bin bandora topbaranê, ku li gor yasayên navdewletî nabe êrîş arasteyî xelkê sivîl were kirin.”

Roja çarşemê 20ê Tîrmeha 2022yan ji ber topbarankirina devereke geştyariyê ya li îdareya serbixwe ya Zaxoyê, 9 kes şehîd bûn û 29 kes jî birîndar bûn. Li ser topbaranê çendîn daxuyaniyên nerazîbûnê hatin derxistin û roja yekşemê jî Parlamentoya Iraqê li ser vê mijarê dê civînekê li dar bixe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 423 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:38:07