NY hejmara penaberên Sûrî yên li Herêma Kurdistanê eşkere kir

Di raporê de tê gotin ku 257 hezar û 974 penaberên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li Herêma Kurdistanê hene. Herwiha dibêje ji wê hejmarê ji sedî 63ê wan li nav bajêr dijîn û ji sedî 37ê penaberan jî di nav kampan de jiyana xwe derbas dikin
16.05.2022, Pts - 10:14
NY hejmara penaberên Sûrî yên li Herêma Kurdistanê eşkere kir
Nuçe Belav bike

Roja Yekşembê 15ê Gulana 2022ê Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî bi hevbeşiya ligel Rêxistina Cîhanî ya Xorakê li ser rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li Herêma Kurdistanê raporek belav kir. Di raporê de tê gotin ku 257 hezar û 974 penaberên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li Herêma Kurdistanê hene. Herwiha dibêje ji wê hejmarê ji sedî 63ê wan li nav bajêr dijîn û ji sedî 37ê penaberan jî di nav kampan de jiyana xwe derbas dikin.

Di raporê de tê gotin ku Programa Xorakê ya Cîhanî hevkariya xorakê pêşkêşî ji sedî 75ê penaberên nav kampan dike û Ajansa Neteweyên Yekbûyî jî bi dana pereyan, hevkariya ji sedî 37ê wan penaberan dike ku li derveyî kampan dijîn.

Rapor balê dikşîne ser rewşa darayî ya penaberan û amaje bi serjimêriyeke sala 2021ê dike ku di nav penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê de hatibû kirin û dibêje, %93ê penaberan pişta xwe bi karê demkî girêdidin û dahata penaberên nav kampan ji ya penaberên derveyî kampan kêmtir e. Li gor raporê, dahata mehane ya wan penaberên li nav kampan dijîn bi giştî 258 hezar dînar e û dahata mehane ya penaberên li derveyî kampan dijîn bi giştî 436 hezar dînarên Iraqî ye.

Asayîşa Xorakê Li Nav Penaberan

Li gor raportê, bo sala 2021ê tenê %14ê penaberên nav kampan û %43ê wan penaberên li derveyî kampan dijîn, xoraka pêwîst bi dest wan ketiye. Wek ew bi xwe dibêje, sala 2020ê jî rêje %36 bi %74 bûye.

Di raportê de tê gotin ku jib o berdewamiyê bi jiyana xwe bidin, beşekî penaberan xwarinê bi deyn dikirin, xerciya rojane kêm dikin û wê hevkariya werdigrin difroşin. Herwiha dibêje, di nav penaberên nav kampan û derveyî kampan de jî zarok ji dibistanê tên derxistin û kar bi wan tê kirin, lê ew rêje di nav kampan de zêdetir e. Programa Xorakê ya Cîhanî jî bale dikşîne ser serjimêriyeke meha Adara îsal û dibêje, %70ê penaberên nav kampan ji ber bilindbûna bihayê kelûpelan, xerciyên xwe kêm kirine.

Programa Xorakê ya Cîhanî, bo hevkarîkirina 72 hezar penaberên Sûrî li Iraqê bo sala 2022ê daxwaza 20.5 milyon dolar dike û dibêje, heta niha 10.4 milyon dolar gehiştinê û ligel wê hevkariya ji sala 2021ê jê re maye, Programa Xorakê ya Cîhanî dikare heta meha Hezîrana îsal hevkariyê pêşkêşî penaberan bike. Herwiha dibêje, heta niha ti hevkariyek bo meha Temûz û piştî wê negihştiyê daxwaza bilez 10.1 milyon dolar dike.

Li gor raporê, Programa Xorakê ya Cîhanî, bo kirîna xorakê hevkariya darayî pêşkêşî 72 hezar penaber dike ku %75ê wan di nav kampan de dijîn û mehane 24 hezar dînar bo her kesekî tê dayîn. Herwiha dide zanîn ku niha hikûmeta Iraqê hevkariya xorakê nade pe

RUDAW
Vî nûçeyê tevayî: 642 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:25:33