Omêd Xoşnaw: Di salekê de 1530 proje li Hewlêrê hatine cîbicîkirin

Parêzgarê Hewlêrê eşkere kir, sala borî bi bihayê 202 milyar û 500 milyon dînar 1530 proje li Hewlêrê hatine cîbicîkirin.
04.01.2024, Per - 12:23
Omêd Xoşnaw: Di salekê de 1530 proje li Hewlêrê hatine cîbicîkirin
Nuçe Belav bike

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, di sala 2023an de 1530 projeyên xizmetguzariyê li Hewlêrê, bi 202 milyar û 500 milyon dînar hatin cîbicîkirin.

Diyar kir jî: “Ev di sektorên av û kanalîzasyon, rêyên navxweyî, rê, av û avdanî, kêmkirina bandora lehî û hişkesaliyê, sektora perwerdeyê, zêdekirina keskahiyê, tenduristî, projeyên elektrîkê, projeyên werzîş û ciwanan û çandiniyê de ne.”

Herwiha got: “Me plana niha ya geşepêdanê amade kiriye. Îro em li gel Encûmena Wezîran civîniyan, li gor hejmara projeyên ku hatine diyarkirin, 130 milyar dînar ji bo projeyên parêzgeha Hewlêrê hat terxankirin.”

Da zanîn jî: “Tevî ku ji bûdceya giştî ya Iraqê zulm li Herêma Kurdistanê tê kirin û hikûmeta Iraqê ji budceya geşepêdana parêzgeha ti bûdceyê ji bo parêzgehên Herêma Kurdistanê dabîn nake. Lê di Kabîneya Nehem de bi zêdekirina dahatan, kêmkirina xerciyan û çaksaziyan, di çarçoveya nêrîn û rewangeha Serokwezîr de, projeyên geşepêdanê ji bûdceya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sala 2021an ve dest pê kirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 585 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:46:57