Omêd Xoşnaw: Em dixwazin di hemû waran de pêwendiyên Hewlêr û Nashville pêşve biçin

Herêma Kurdistanê û Amerîka pêwendiyên xwe yên bazirganiyê pêşve dibin û Parêzgarê Hewlêrê jî piştî civîna ligel Jûra Bazirganiyê ya Nashville dibêje, di demeke nêz de şandeke bazirganiyê ya Amerîkayê dê serdana Herêma Kurdistanê bike.
08.09.2023, Cum - 13:53
Omêd Xoşnaw: Em dixwazin di hemû waran de pêwendiyên Hewlêr û Nashville pêşve biçin
Nuçe Belav bike

Herêma Kurdistanê û Amerîka pêwendiyên xwe yên bazirganiyê pêşve dibin û Parêzgarê Hewlêrê jî piştî civîna ligel Jûra Bazirganiyê ya Nashville dibêje, di demeke nêz de şandeke bazirganiyê ya Amerîkayê dê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ku çend roj in tevî şandekê li bajarê Nashville yê Amerîkayê ne, ji ajansa Kurdistan24ê re ragihand, di rêkeftina navbera Hewlêr û Nashvilleê de armanca me ew e ku di hemû waran de pêwendiyên navbera herdu bajaran pêşve biçin, yek ji wan warên ku zemînê xweş dike û di sûda herdu aliyan de ye, hevbeşiya karê bazirganî û veberhênanê ye.

Omêd Xoşnaw diyar kir: “Me şandeke wan vexwende Hewlêrê, da ku hevbeşiyek ligel Jûra Bazirganiyê ya Hewlêrê dirust bibe, ev jî pêwendiyên me dixe qonaxeke din.”

Li gor daxuyaniyeke Parêzgarê Hewlêrê, mebesta serdana şanda Parêzgeha Hewlêrê ji bo pêşvebirina pêwendiyan û îmzekirina rêkeftina destxwişkiya navbera Hewlêr û Nashville û encamdana çendîn hevdîtinên ligel kesayet û berpirsên mezin ên welat e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 368 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:44:56