Operasyona Hewîce destpêkir

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî destpêkirina Operasyona Hewîce daxûyand.
21.09.2017, Per - 07:30
Operasyona Hewîce destpêkir
Nuçe Belav bike

Îro Serokwezîr û Fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Heyder Ebadî, bi daxuyaniyekê destpê kirina qonaxa yekem a operasyona kontrol kirina Hewîce ragehand û amaje bi vê yekê jî kir, ku wek soz dane gelê Iraqê dê temamê axa Iraqê ji terorîstên DAIŞê paqij bikin.

Vê derbarê de fermandareke payebilind ê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li sînorê parêzgeha Kerkûkê ji BasNewsê re ragehand, îro topxaneyên artêşa Iraqê çend navçeyek li Şirgat topbaran kirine û demjimêr 05:00ê serê sibê jî êrîş bo aliyê çepê yê Şirgatê destpê kiriye.

Herwaha got, li gor planê piştî heftiyek azad kirina Şirgatê ku dikeve nîvê meha bê, êrîş dê wê demê rasterast ser navenda bajarokê Hewîce destpê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1156 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:39:58