PAK: Peymana 11yê Adarê destkeftineke dîrokî ya miletê Kurd e

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk di 53emîn salvegera peymana 11ê Adara 1970an de peyamek belav kir û ragihand ku “Peymana Otonomiyê ya 11yê Adara 1970an destkeftineke dîrokî ya miletê Kurd e.”
11.03.2023, Cts - 17:36
PAK: Peymana 11yê Adarê destkeftineke dîrokî ya miletê Kurd e
Nuçe Belav bike

Di ser Peymana Otonomiyê ya 11yê Adara 1970an de 53 sal derbas bûn û bi vê boney Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik peyamek belav kir.

Mustafa Ozçelîk di peyama xwe de dibêje: “Li Başûrê Kurdistanê piştî destpê kirina Şoreşa Îlonê, bi bedelên mezin, Dewleta Iraqê ya di desthilatdarîya Baesê da, mecbûr ma ku li gel PDKê (Partiya Demokrata Kurdistanê) û Serokê Şoreşa Kurdistanê Mele Mistefa Barzanîyê Nemir peymanekê îmze bike. Bi Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî, miletê Kurd, gelê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê mafê otonomîyê bidest xist.

Heta ku di sala 2005an de destkeftina federaliyê ya Herêma Kurdistanê di Qanûna Bingehîna Iraqê de cîh girt, di têkoşîna 200 salî ya ji bo azadiya Kurdistanê de, cara yekem bi Peymana Otonomiyê ya 11yê Adara 1970yî, bi awayekî yasayî di Qanûna Bingehîn a Dewleteke ku perçeyekî Kurdistanê dagir kirîye de, mafên netewî û demokratîk ên miletê Kurd û statuyeke sîyasî ji bo gelê Kurdistanê hate qebûl kirin.”

Ozçelîk wê peymanê weke “destkeftineke dîrokî û berhem û nîşana biryardarî, sebir, ked, xebat , bedel, tecrube û dilsozîya 200 salî ya têkoşîna azadîya Kurdistanê bû” penase dike û dibêje: “Peymana Otonomiyê ya 11yê Adara 1970an di rêya mafê çarenûsîyê de bingeh û destpêkek bû ku ji aliyê dagirkerekî Kurdistanê ve weke fermî hatibû qebûlkirin. Bi vê peymanê Parlamentoya Otonomiyê dihate damezrandin. Li gorî peymana otonomiyê dê li sê bajarên Başûrê Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanîye, Duhok) ku ew jî bes nêvîyê axa Başûrê Kurdistanê bû, bi sazkirina parlamentoya otonomîyê li Hewlêrê dê Otonomî bihata birêvebirin. Lê statuya nêvîyê din ê axa Başûrê Kurdistanê, ango statuya Kerkûkê, dor û bera Mûsilê û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê dê paşê bihata zelalkirin. Bi Peymana Otonomiyê zimanê Kurdî li gel zimanê Erebî wek zimanê fermî hate qebûlkirin herweha bi vê Peymana Otonomiyê miletê Kurd, bi awayekî fermî, wek şirîkekî desthilatdariya dewleta Iraqê hatîye qebûlkirin. 5 Wezîrên Kurdan di Civata Wezîran de cîh girtin.”

Berdewamiya peyama Ozçelîk wiha ye: “Rejîma Baesê nexwest xalên vê peymanê bicîh bîne; her bi rê û amûren cuda cuda ev peymana binpê kir.

Ev hewl û niyet û siyaseta Rejîma Baesê di encamê de hate wê astê ku, di sala 1974an da, Seddam Husên peyman tune hesiband û wezîrên Kurdan ji Civata Wezîran derxist. Ji ber van gav û siyasetên Baesê, Serkirdayetîya Şoreşê, mecbûr ma ku careke din dest bavêje çekî û serîhilde.

Peymana Otonomiyê ya 11yê Adara 1970an û rêvebirîya Şoreşa Kurdistanê ya di bin serokatîya Mele Mistefa Barzanîyê nemir de, di têkoşîna xwe bixwe îdarekirina gelê Kurdistanê de tecrubeyeke mezin bû û gelek destkefitinin netewî û dîrokî bi xwe re anî.

Piştî Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê), tecrubeya Otonomiya Başûrê Kurdistanê jî, di hûnandina dîwarê azadîya Kurdistanê de hîmekî girîng û esasî bû.

Bi Peymana Otonomiyê, li Iraqê cara yekem bû ku weke fermî, di Qanûna Bingehîn a Dewleta Iraqê de, hebûna miletê Kurd û mafê wî yê netewî, demokratîk dihate qebûlkirin.

Peymana Otonomîyê ji alîyê siyasî, çandî, moral, hest û bîr û bawerî û hişmendîya netewî de li hemû perçeyên Kurdistanê û li cihanê bayê li xwe veger û vejîneke netewî, niştimanî ya nû belav kir.

Li gel hemû astengîyan jî, Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî tecrubeyeke girîng û rûmet, destkeftin û serbilindîya hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ye.

Di 53 salîya Peymana Otonomiyê ya 11yê Adara 1970an de, em serok û endazyarê Peymana Otonomiyê Mele Mistefa Barzanîyê nemir û hemû pêşmerge, têkoşer , xebatkar û şehîdên ku di îmze kirina Peymana Otonomîyê de keda wan heye bi giramî bibîrtînin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1142 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:53:56