PAKê bi minsebeta 98emîn salvegera darvekirina Sêx Seîd û hevalên wî civîna çapemenîyê li dar xist

PAK roja 29.06.2023yê, bi minsebeta 98emîn salvegera darvekirina Sêx Seîd û hevalên wî li Teşkîlata Amedê ya PAKê civîna çapemenîyê li dar xist.
29.06.2023, Per - 12:43
PAKê bi minsebeta 98emîn salvegera darvekirina Sêx Seîd û hevalên wî civîna çapemenîyê li dar xist
Nuçe Belav bike

PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) roja 29.06.2023yê, bi minsebeta 98emîn salvegera darvekirina Sêx Seîd û hevalên wî li Teşkîlata Amedê ya PAKê civîna çapemenîyê li dar xist.

Rêvebir û endamên PAKê beşdarî bibîranînê bûn. Bibîranîn bi rêz lêgirtina şehîdên Kurdistanê destpêbû.

Paşê berdevkê PAKê Hanîfî Tûran daxuyanîya PAKê ya di derbarê darvekirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî da bi kurdî xwend.

Telewîzyonên kurdî Rûdaw û Kurdistan24 TVyê bibîranîn wek nûçe belav kirin.

29.06.2023

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 486 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:56:36